Ana Sayfa » Deng
Hêjmara 111 a Kovara Deng derket

2018-09-20

Merheba,
Em carek din û bi hejmareke têr û tijî bi we ra ne.
Di vê hejmarê da me cî daye du mijarên girîng. Yek jê qrîza navbera Emerika û Tirkiyê, ya din jî ebluqeya Emerikayê ya li ser İranê.
Pisgirekên di navbera DYA û Tirkiyê ku ji Suriyê destpêkiribûn, di dawî da bi sedema Keşe Brunson gihîştên asta qrizeke vekirî. Piştê redkirina daxwaza Emerika a derbarê şandina keşe Brunson bo welatê wî, Emerikayê hîn mueyîdan danî li ser Tirkiyê. Li ser vê biryara Emrikayê nirxê Lireya Tirk li miqabilê dolarê carek da sedî 50 daket. Aboriya Tirkiyê ku bi dolarê ve girêdayîye ket binê rîskeke mezin.
Nivîskarê me Bayram Bozyel di gotara xwe da li ser raborîya pêwendiyên Emerika û Tirkiyê hûrbû û destnîşan kir ku di qrîza navbera Tirkiyê û DYAyê da mijara herî muhim pirsa Kurd e. Mazhar Kara jî ku nivîsara xwe da li ser vê mijarê disekine, pirsgireka navbera Tirkiyê û Emerikayê wek şerên bazirganiyê binav dike û bal dikşîne li ser encamên şerên bazirganîyê ku ji pirsgirekên hawirdorê ra rê vedikin.
Di vê hejmarê da yek ji mijareke ku me cî daye jî İran e. Birêz Ekrem Onen û Mihemed Salih Qadrî jibo Kovara Dengê bi hûrgilî li ser vê mijarê rawestiyan. Birêz Onen di gotara xwe da raboriya pirsgirekên DYA û İranê heta salên 1979an xulase dike û armanca Emerikayê ji dorpêçana İranê berfirehî şirove dike. Qadrî jî ku di heman wextê da nûnerê HDKİ ye Hewlêre ye, di nivîsa xwe da li ser rewşa İranê û bandora ebluqeya Emerikayê ya li ser ruxandina rejima İranê hûr dibe.
Di vê hejmarê da her wisa gotarên birêz Mesut Baştürk, H. Hasan Tuzcu, Haydar Cihaner, Ali Kızılay û Nasır Kemaloglu jî ci digrin. Wekî din me cî daye du roportajên giranbuha. Yek jê ku ji aliyê Ahmed Kanî ve bi Mesut Tek ra hatiye kirin, a din jî ku Malmîsanij bi Fexredînî Şêx Tahîrî ra kiriye.
Em hêvîdar in dema bixwînin hûn ê biecibînin.

Bu Yazı 2236 kez okundu
YORUM YAZ
Ad ev Soyad :
Yorumunuz :
Bize ulaşmak için [email protected] adresine yazarbilir,veya iletişim sayfamızı ziyaret edebilirsiniz.