Ana Sayfa » Dünya
Li Kopenhagenê xwenpêşandan li dijî Îranê hatin kirin

2018-09-15

Yilmaz Yildiz
Piştî rejima kevneperest a Meleyên Îranê 3 çalakvanên kurd ên sîyasî ên bi navên Ramîn Hisênpenahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî di roja 07.09.2018’an de bi darve kirin, di roja piştre jî de, ango di roja 08.09.2018’an de jî bi mûşekên dûravêj û bi balafirên şer ên bê pîlot êrîşên hovane birin ser baregêhên Partîya Demokrata Kurdistan-Îran (PDKÎ) û Partîya Demokrata Kurdistan (Rojhilat) li bajarê Koyê li Başûrê Kurdistanê. Di encama vê êrîşa hovane de 17 pêşmerge, ku 6 ji wan sîyasetmedar û berpirsên bilind bûn, hatin şehîd kirin û zêdeyî 50 kesî jî birîndar bûn.
Piştî van bûyerên hovane ên Rejima Îranê ên li dijî gelê kurd, kurdên li dervayî welat ketin nava tevgerê û li dijî rejima Îranê dest bi çalakîyên protestoyî kirin.
Li Danîmark jî, Federasyona Komelên Kurd li Danîmark û Hevkarîya Hêzên Kurd ên Sîyasî li Rojhilatê Kurdistanê di zûtirîn dem de ketin nava tevgerê û du xwepêşandan li ser hev pêk anîn.
Xwepêşandana ewil bi şêweyekî lezgîn hat kirin û di roja 09.09.2018’an de li meydana bajarê Kopenhagenê bi rê ve çû. Li gel ku di wextekî kurt de jî destûr hat stendin û agahdarî hat belav kirin jî, lê dîsan jî zêdeyî 200 kurdên ji her çar beşên Kurdistanê beşdarî xwepêşandanê bûn û rejima Îranê şermezar kirin.
Li wir axaftinên bi kurdî û danîmarkî hatin kirin û çendîn partîyên kurd ên sîyasî axaftin pêşkêş kirin. Li ser navê PSK’ê endamê Meclisa Partîyê, Serhad Amedî jî axaftinek pêşkêş kir, bi darvekirina her 3 xortên kurd û êrîşên rejima Îranê şermezar kir û wek her demê piştgirîya PSK’ê a ji bo tekoşîna li Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir.
Xwepêşandana dûwemîn jî di roja 12.09.2018’an de li ber sefareta Îranê li bajarê Kopenhagenê hat lidarxistin.
Xwepêşandanê di seat 14.00’an de ji Svanemøllen Station dest pê kir û di bin Alên Kurdistanê û dîmenên şehîdan de ber bi sefareta Îranê ve bi rê ket. Bi sedan kurdên her çar beşên Kurdistanê ji seranserê welatê Danîmark hatibûn û beşdarî xwepêşandanê bûn.
Dema ku girseya gel giha ber sefaretê, bernameyê bi xwendina sirûda netewî dest pê kir û axaftinên bi kurdî, danîmarkî, farisî û îngilîzî hatin kirin.
Xwepêşandanê heta seat derdora 16.30’an bi sloxanên bi kurdî, danîmarkî, îngilîzî û farisî û bi berdewam kir û rejima kevneperest hat şermezar kirin.
Roja Welat/Kopenhagen


Bu Yazı 820 kez okundu
YORUM YAZ
Ad ev Soyad :
Yorumunuz :
Bize ulaşmak için [email protected] adresine yazarbilir,veya iletişim sayfamızı ziyaret edebilirsiniz.