Ana Sayfa » Kadın
8 Adarê li Kölnê hat pîroz kirin

2018-03-12

Roja Welat-Elmanya

Yekîtîya Jinên Kurdistanê, KOMJIN,  îro li bajarê Kölnê roja 8 Adarê, Roja Jinên Cihanê pîroz kir.

Bernameya şahîya 8 Adarê bi yek deqe rêzgirtin ji bo Şehîdên Kurdistanê hat vekirin.

Dure seroka KOMJINê Leyla Süleyman axaftinek pêşkêş kir. Seroka KOMJINê di axaftina xwe de bal kişand ser giringîya 8 Adarê, Roja Jinên Cihanê û rewşa jinên Kurd, ku îro ew jî di bin zilm û zordarîyê de dijîn. Di dawîya axaftina xwe de jî li ser kar û xebata KOMJINê sekinî û bangî jinên Kurdistanê kir ku werin cem hev û bi hev re kar û xebatên KOMJINê xurtir bikin.

Di pîrozkirinê de kişandina tombela jî hebû û dîyarî hatin dayin. Di bernameya şahîyê de hunermend Sîpan Havîn bi deng û awazê xwe stranên kurdî pêşkêş kir. Hunermend Mizgîn û Şîlanê jî stranên gelerî gotin û reng dane şahîyê. Her wiha di çalakîyê de li ser Efrinê helbest hatin xwendin.

Hêjayê gotinê ye, ku jinên ku hatibûn şahîyê gelekî xwarînên kurdî jî bi xwe re anîbûn. Di navbera şahîyê de beşdaran bi hev re xwarin û sîrînayî xwarin.

Ji bo pîrozkirina 8 Adarê, serokê KOMKAR-EU, Kovan Amedî û Desteya Nûnerayetîya PSKê a Dervî Welat jî mepeyamên pîrozkirinê şandibûn. Peyam ji alîyê Zehra Topgider ve hatin xwendin.  

Çalakîya 8 Adarê bi girseyî û bi kêfxweşî û serkeftî derbas bû.  

Pêskêşkirina şahîyê ji alîyê Xanim Hiro ve dihat kirin. 

===============================================================
Axaftina Seroke Komjinê Leyla Suleyman

Mêvanên hêja xuşkên delal, li ser navê Yekîtya Jinên Kurdistan(KOMJIN) we hemuyan bi dil u can silav dikim. Hun tevde li ser seran û li ser çavan  hatine. Jibo hatina we spasya we hemûyan dikim.

Em weke KOMJIN îro 8 Adarê roja jinên cihanê pîroz dikin. Weke hûn jî dizanin, di encama  tekoşîna jinan de, Jinên Enternasyonalist u civakî di sala 1909 an da li welatê Danimark li bajarê Kopenhagenê li hev civiya bûn û li wira biryar girtin ku 8ê Adarê bibe Roja jinên cîhanê. Ji wê rojê de hersal li her welatî 8ê Adarê li cihanê, weke " roja jinên cîhanê tê pîroz kirin".

Mêvanên hêja

Wekê li gelek welatê cîhanê li welatê me Kurdistanê jî, rewşa jinê ne ewqasî başe di gelek waran de neheqî û tahde li jinên Kurd tên kirin û hîna jî, jin di civaka me de ne azade. Herwaha jiber welatê me ne azade, di bin dagirkeryê de ye û gelê me bindeste; ji alîyê dagirkeran da jî, Jinên Kurd rastî lêdan û êrîşan tê, destdirêjî lê tê kirin û tên kuştin. Weke dema dawî li navçeya Şengalê bi hezaran keç u jinên me yên Kurdên Êzîdî hatin revandin û li pazaran hatin firotin li ber çavên wan zarok, bav û zilamên wan hatin kuştin.

xwuşkên hêja

îro jî li rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê jina kurd dibin barekî gelek giran deye. Li himber êrîşên dewleta tirk a  dagirker û hov him bajar û xaka xwe xwedî derdikeve û  him zarokên xwe ji mirinê diparizîne. Em weke Komjin bi dil û can li gel xwuşk u brayên  xweyî li Efrînê ne. Vê êrîşa li ser Efrînê a dewleta Tirk bi tundî şermezar û rûreş dikin. Herwaha dîsa bang li raya navnetewî û hemû cîhanê dikin ku êdî çavên xwe ji vê êrişa barbar a qirkirnê re negrin û vê êrîşê rawestînin.

Mêvanên hêja ez naha jî dixwazim  bi kurtayî çend gotinan li ser yekîtya Jinên Kurdistan Komjin û xebatên wê ji we re bêjim. KOMJIN di sala 1989 an de ji alîyê Jinên Kurd li Almanya hatîye damezrandin. Li 11 Bajarên Almanya û li çend welatên Ewrupa komîtên xwe hene. Çend armancên Komjin ên sereka evana ne jinên kurd bi rêxistinî bike û pêşketina jinan pêk bîne. Jibo rakirina tehda u zordestiya li ser jinan, bi taybetî li ser jinên kurd xebatê dike. Ji bona hebûna Kurdan li Elmanya weke netewayek serbixwe bi fermî bê naskirin xebatê dike. Bona naskirina çand û netewa Kurd, xebatên jibo raya giştî a Elmanan dike kar û xebatên bona doza Kurd Kurdistanê dike û herwaha hêjayî gotinê ye ku Komjin rêxistina jinan a Kurd a li Elmanya a yekemin hatîye damezirandin

Em bang li jinên Kurd dikin ku di vê tekoşîna pîroz de bona tevxebatê milên xwe bidin milên me

Weke şehida nemir Leyla Qasim gotîye

ŞÊR ŞÊRE ÇI JINE ÇI MÊRE

8ê Adarê li we piroz dikim

dîsa bixêr hatina we dikim

hêvîdarim ev sahî bi dilê we be

bijî tekosina jinên Kurd

bijî azadîya Kurdistan





Bu Yazı 3009 kez okundu
YORUM YAZ
Ad ev Soyad :
Yorumunuz :
Bize ulaşmak için [email protected] adresine yazarbilir,veya iletişim sayfamızı ziyaret edebilirsiniz.