Ana Sayfa » Kürdistan
Mistefa Hicrî: Em dê qonaxeke nû ya xebatê li dijî Îranê dest pê bikin

2018-09-14

Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî dibêje, ew amade ne mil bi milê hemû hêzên Kurdistanî qonaxa nû ya xebatê li dijî rejîma Tehranê dest pê bikin.
Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî derbarê êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên herdu aliyên demokratan de peyam belav kir û ragihand, ew dê qonaxeke nû ya xebat û têkoşînê li dijî hikûmeta Îranê dest pê bikin.
Mistefa Hicrî di peyama xwe de dibêje: “Em weke Kurd li Rojhilat, divê bi xebata xwe bibin hêzeke bibandor a wisa ku rejîmên Tehranê nekarin û newêribin bêtirs jiyan û serweriyê ji me zevt bikin, me nehesibînin û hêdî hêdî me bihelînin.”
Hicrî amaje bi destpêkirina qonaxeke nû ya xebata partiya xwe û Kurd bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê û li dijî hikûmeta Îranê dike û tekez dike, ew rijd in ku mil bidin milê hemû wan hêz û aliyên Kurdistanî ku ji bo rizgariya Kurdistanê û bidestxistina mafên netewî yên Kurd dixebitin.
Berpirsê Giştî yê PDKÎyê got: “Em rijd in li ser wê yekê ku dest bixin nav destê hêzên siyasî yên têkoşer, lawên mafxwaz û hemû çîn û tiwêjên Kurdistana me ya xoştevî, yên ku baweriya wan bi rizgariya welat û netewa xwe hene û di ber wê rizgariyê de pêngavan dihavêjin, ku qonaxeke nû ya xebatê li dijî rejîma Tehranê dest pê bikin û heta dema bidestxistina mafên xwe yên zevtkirî de nerawestin. Bêguman serkevtin a me ye û rejîm jî ber bi nemanê ve diçe.”
Îranê roja Şembiya vê heftiyê 8ê Îlona 2018 baregehên her du partiyên Rojhilatî, Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li qezaya Koye ya Başûrê Kurdistanê da ber mûşekan, ku di encamê de 17 kes ji wan partiyan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 40 kesên din jî birîndar bûn, ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn.
Herwiha Îranê di heman roja êrişa bo ser Koyê de, sê girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Ramîn Husên Penahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê îdam kiribûn.
Piştî êrişa ser baregehên demokratan û herwiha sêdaredana hersê girtiyên siyasî yên Kurd, pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê roja Duşembiyê di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiribûn, greve giştî birêve bibin.
Duh Çarşembî 12ê Îlona 2018 ku ji aliyê çalakvan, rewşenbîr û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve weke roja kempîna greva giştî hatibû ragihandin, li bajarên Mêhabad, Urmiye, Bokan, Şino, Pîranşar ên li parêzgeha Urmiyê û bajarên Sine, Merîwan, Bane, Seqiz, Bîcar, Dîwandere û Sewlava yên li parêzgeha Sine, herwiha li bajarên Kirmaşan, Pawe, Ruwanser û Cuwanro yên parêzgeha Kirmaşanê û çend bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê greveke giştî ya seranserî birêve çû.
Rudaw


Bu Yazı 1597 kez okundu
YORUM YAZ
Ad ev Soyad :
Yorumunuz :
Bize ulaşmak için [email protected] adresine yazarbilir,veya iletişim sayfamızı ziyaret edebilirsiniz.