Ana Sayfa » Kürdistan
Kampanyaya bo zimanê Kurdî dest pêkir

2021-02-22

Palatforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî îro bi minasebeta  21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî dest b ikamyanyaya imzeyê kirin. Kampanyaya ku bi diruşma “Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî”, “Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Perwerdeyê” dest pêkir, partiyên siyasi PSK, PAK, HDP, DBP, KKP, PİA, PDK Bakur û Partiya Azadî jî piştgiriya wê dikin.
Kampanyaya imzeyê li Otela Demirê bi beşdarîya Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, serok û rêvebirên partiyên siyasi, nunerên dezgeyê sivil û nivîskaran bi civîneke bo çapemenîyê destpêkir.
Destpêka civînê da berdevkê Platforma Zimanê Kurdî ŞerefxanCizîri derbarê armanc û bi rêve çûna kampanyayê agahî da.  Paşê jî bi dorê nunerên partiyên siyasî banga bo zimanê kurdî imze kirin, paşê jî bîr û raya xwe bi çapemenîyê ra parve kirin.
Piştê civîna çapemeniyê nunerên partî û dezgeyên sivîl ji Otêla Demirê heta Serê Masîvanan (Balikçılar Başı) meşîyan û heman demê da hem maskeyên li ser kurdî nivisî li xelkê belav kirin û hem jî roja zimanê zikmakî li gel pîroz kirin.
Meşa di nav gel da li ber Mizgefta Mezin bi kurte daxwuyaniyek dawî bû.


Bu Yazı 38 kez okundu
YORUM YAZ
Ad ev Soyad :
Yorumunuz :
Bize ulaşmak için dengeazad@hotmail.com adresine yazarbilir,veya iletişim sayfamızı ziyaret edebilirsiniz.