![]() |
![]() |
2021-02-16
Rıza Colpan
Xwendevanên hêja, di
dema zaroktîya min da, dîya mina dilovan, gelek caran ji min ra qal û behsa hin
kesan dikir, carna jî gelş bi curekî dianî ser bavê min, lomên xwe ji wî ra: “Ez jî bûme Bavo yê Hesê
Beyteş, (Bektaş) di keserê da mame, ku rojekî va
Alî yê bavê te, dev ji vê
colegtîya Seîdên kedxwar berde, here ser erd û milkê bav û kalên xwe, me ji vê xulamtîya Seîdan rizgar bike,” digot û
hêrs diket, lê nedixwast Seîd û
jinên Seîdan van gotin û gilîyên wê bibihîsin. Wê tenê ji me zarokên xwe ra digot, lê min nedizanibû ku
Bavo kî ye. Ji ber ku min ew kesa
nedîtibû, lê min xem dikir û bi xwe bi xwe ra: “Gelo ew Bavo kî ye?” digot, lê ne dihat bîhra min, ku
ez jê bipirsim, bibêjim “Dayê Bavo
kî ye?”.Rojekî dîsa, berê ku ez karik, berxik û golikên xwe derxînim bibim biçêrînim, dîya min li pêş
dêrî, li paş sêpîya dêw û şap û
şapa meşkê, bi hêrs ew gotinên xwe dubare kir. Di demek wer da, min xem kir çûm di kêlaka wê da li ser
lingan sekinîm û: “Dayê ev çî ye
tu xwe bi xwe ra qise, qal û behsa Bavo yê Hesê Beyteş dikî? Ez Ap Hesen nas dikim; pismamê xalê bavê
min e, lê lawekî wî yê nav “Bavo”
tune got, îcar dîya min: “Lawê min, ez gorî, te Bavo nedîtîye. Ew
wexta ku li gund derket çû, di wê
demê da tu di zikê min da bûy. Ji ber vê yekê te Bavo nedît” got, îcar min: “Çira tu her dem qal û behsa
kesera wî dikî?”. “Gelo Bavo di çi keserê
da bûye?” got, îcar dîya min dest li ser lolewîya meşkê berda, ji min ra:“Lavê min, çawa ku te jî got, Hesenê
Beyteş pismamê xalê bavê te, Husênê
Awês e. (Abas) Tu bi çavên xwe ve wî, jina wî û zarokên wî dibînî û nas dikî. Bavo nuxurîyê dê û bavê bû. Li pey
Bavo du keç, ê dûwahî jî lawek. Tu
van hersîyan dibînî, nas dikî. Navê keça mezin çawa ku tu jî dizanî Surm e (Surmelî) ê ya duhem Fat
e, (Fatma) lawik jî Îmam. Îmam ji
te pênc sal mezintir e. Bavo berê ku li gund derkeve
here, (carek dî şuva neyê, bibe sedema
serhevdetîya dê û bavê xwe) di êvara
rojek wexta havînê da, gundî li bin şewqa hîvê, li pêş bêdera Ahmedê Şarîbanê kom bûne, ketina nav cure cure
guftûgoyan, cure cure babet û bûyerên
cîhanî. Di demek wer da, ji gundîyan yek, gor ku dibêjin Mehmed Alî yê Ezîmê qal û behsa hin tiştan û
keserê kirîye, tam di demek wer da
Bavo di cîyê xwe da radibe ji haziran ra: “Gelî mezinên gund, ez jî di keserê da mam ku, rojekî Surma xwanga
min, ji min ra “Bavo min qeda girto” bibêje,
dibêje, hemû kes dikenin û di wê
rojê vir da jî, ev gotina Bavo dibe adet, dibe benîşta devan tê cûtin. Bi taybetî, di vî gundê me da, her kî ku di
kesera tiştekî da be, yekser bi
xemgînî ji kesên dora xwe ra: “Kesera min jî, bûye kesera Bavo yê Hesê Beyteş” dibêje û gilî gazîncan
dike. Ji wan kesan yek jî ez im
lawê min. Hêvî dikim tu jî di jîyana xwe da, di kesera daxwazîyek xwe da nemînî, got û wê destpêka kilandina
dêw kir, min jî kar û berx û
golikên xwe dan pêş xwe, birin çêrê, lê ev gotin di tasa serê min, di nav mêjîyê min da cîh girt, bîhrnebû heya
vê rojê..
Belê xwendevanên hêja, kesera min û kesera hemû
Kurdperwerên Kurdistanê jî bûye
kesera Bavo yê Hesê Beyteş. Ez naxwazim ji we ra qal û behsa şaşîyên bav û kalê me yên berî ola Îslamê
û li pey wê, heya Şoreşa Fransa,
sala 1789’an bikim. Ji ber ku gelş dirêj e, dîrok jî bi xwînî ye, lê sed mixabin ku gelê Kurd hêj di nav
xwîna sor da dijî. Hiş neanîye
serê xwe, dost û dijminê xwe ji hev cihê nekirîye. Cara yekem di sala 1806’an da Abdulrahman Paşa yê
Baban, jibo dewletek neteweyî,
dewletek Kurdî, li hember Împaratorîya Osmanî serîhilda, lê serneket. Çira? Ji ber ku ew serîhildanek herêmî bû;
ji ber wê yekê jî sexer bû, têk
çû. Li pey wê serîhildanê, di sala 1848’an da, vêca serîhildana Bedîrxanê Botan, di sala 1880’ da ê
Şêx Ûbeydullah û li pey wî jî di
sala 1921-22’yan da Qoçkîrî, di sala 1925’an da Şêx Seîdê Pîran, dûra di navbera salên 1927 û 32’yan da
serîhildana çîyay Agirî û Gelîya
Zîlan; di sala 1937-38’an da jî tevkujîya Dêrsimê.
Gelo çira evqas serîhildan serneketin? Çira bi sed
hezaran kes bûn cangorîyên
dewletek nav Kurdistan, lê ew Kurdistan nehat demazrandin, nehat sazkirin? Li gor bawerîya min, (ez bawer im ev
bawerîya hemû Kurdperwerên
Kurdistan e) sedem ne yekîtîya hemû hêzên Axa, Beg û Mîrên eşîrên feodal, Şêx û Seîdên olperest û paşverû
bû. Evana hemû bûbûn çav kor û guh
kerr, mafperestên çav birçî û evîndarên qesr û konax û paldankên pûrtê kewan, çar jin û cariyan. Wan
malşewatan, (çawa ku min li jor jî
got) çavên xwe li cîhanê kor, guhên xwe jî kerr kiribûn, ji qiralên Ewropa, bi taybetî jî ji ên
Înglîzan, li kîşwera Asya ji Çîn û
Japon, li ber çavên xwe Farisên namerd û Rûsya, piştî şerê cîhanî a yekem, Erebên çolan nedîtin, ji wan
mînak nestandin, ku ew jî bibin
xudan dewlet û dezgeh, ji har û barbaran ra nebin nêçîr, xulam û noker. Ango hemû Axa, Beg, Mîr, Şêx û Seîdên
Kurd ji hevra nebûn yar û bira, li
hember dijminên barbar û xwînxwar nebûn yek, heya vê rojê jî gelê me yê kesîb û reben, ji haran ra ma
xulam û noker.
Xwendevanên hêja, min çend car nivîsîye, salên min
bûne 86. Bê derew, ez piştî sala
1962’yan da li xwe hesîyam. Ango hişê minê civakî di wê salê da hat di koda serê min da cîh girt. Berê bûm
Komînîstekî nezan û tûj. Xema min
Şoreşa Proleterya Cîhanî bû. Gelo kê ez usa perwerde kiribûm? Bê guman Tirkên ku ji me ra bûbûn mamoste,
hinek jî şîrikê wanên Kurd
bi navê Sosyalîzm û Komînîzmê, ew kes bûn. Piştî 15 sal ez bûm nasê doza gelê xwe. Ango nasê doza Rizgarîya Kurd
û Kurdistanê.
Nêzî 50 sal in ku, ez di nav kar û xebata
Rizgarîya Kurd û Kurdistanê da me.
Ango qasî hêz û zanîna xwe. Di nav evqas salan da çiqas ku li dest min hatîye, min jibo yekîtî û biratîya hêzên Kurd
û Kurdistanî kar kir, gîrîyam jibo
neyekîtîya hêzên xwedêgiravî Rizgarîya Kurd û Kurdistanê, lê sed mixabin ku heya vê rojê min ew
yekîtîya di nav
hêzên Rizgarîya Kurd û Kurdistanê da ne dît. Ez
mam di vê keserê da. 42 sal berê
partîyek nav PKK derket meydanê, ji gelê me yê kesîb û reben ra: “Kurdistanek Yekgirtî û Sosyalîst” got, gelê
me yê reben li pey wê ket. Serkêşê
wê yê çav reş û zûrr, bi girbêjî çi got, çi ferman kir, gelê me yê reben pejirand. Bi hezaran biran,
dijminê xwe yên sedsalan ne anîn
bîhra xwe, nedîtin, bi fermana Serkêşê xwe, bi hezaran birayên xwe kuştin, welatê xwe yê bav û kalan
bi destê dijmin tarûmar kirin, bi
mîlyonan Kurd çûn ketin kûçe û kolanên dijmin, bê kar û war, birçî, tî û tazî man. Bi hezaran Kurd ketin
ber çerxa pişavtinê, wenda bûn;
bûn Tirk, lê ne Serkêşê girava Tîlmûnê, ne jî alîgir û mirûdên wî yên bê hiş, va rastîya ber çavan
dîtin. Wana hemû ev karê xwe yên
bê erênî û sexerî, ji mîlyonan ra kirin serkeftin, wan mîlyonan jî çepik li hev xistin; “Her Bijî Serok”
gotin, îro dîsa ev rewş û gotin
berdewam e, li ber çavan e, lê kor nabînin. Balam vî dilê kul û keserkêş dixwast ku êdî ev gelê bindest û mazlûm
vê rastîyê bibîne, kî dost e, ki
dijmin e, kî rastîyê dibêje, kî derewan dike, nas bike, lê na, bi rik li pey derewan rêz dibe û bi
lez bazdide ber bi zînaran dimeşe,
ku ev jî sebra min teng, dilê min diêşîne, kesera Rizgarîya Kurd û Kurdistanê, di dil û koda serê min da
wenda dike. Bi kurtî kesera mina
jibo Dewletbûna Kurdistanê, bûye kesera Bavo yê Hesê Beyteş. Ez bawer im, ez bi kesera Rizgarîya Kurd û
Kurdistanê bimirim, bi çav-payî
herim çala kûr û tarî. Xwedê ji sedeman ra nehêle.
Têbinî. Xwendevanên hêja, bibe ku ev nivîsa
min bibe nivîsa mina dûwahî. Lê
hêvî dikim usa nabe, ku xwe rind bihesibînim dê dîsa car car hin tiştan ji we ra binivîsînim. Lewra êdî gelek
kal bûme, tenduristîya min jî ber
bi bedbûnê diçe ev yek. A duhem jî rewşa hêzên Kurdistanî min dikesirînin, bi kirin û tevgeren wan ez
şermezar im. Bi taybetî jî kar û tevgerên PKK û bangeşîya wê ya bê
erênî û antî KDP û hemû
hêzên din. Jibo wî parçeyê Azad bûye bela û qeda. Ku heye eger Xwedê, hiş bide Serperîşt û alîgirên wê, wê ji wî
parçeyê Azad dûrxîne. Bi a Xwedê.
Bimînin di xweşîyê da.
[email protected]
Ad ev Soyad : |
Yorumunuz : |